Vladîmîr Pûtîn
Serokdewletê Rusyayê (en) | |
---|---|
dp. | |
Dmitry Medvedev (en) |
Jidayikbûn | |
---|---|
Navê rastî |
Владимир Владимирович Путин |
Nasnav |
Платов, Platov, ߔߑߟߊߕߐߝ߭ |
Hevwelatî | |
Cîwar |
Baskov Lane 12, Mansion of Louise von Taube (d) (- |
Perwerde |
Academy of the Federal Security Service of the Russian Federation (en) Zanîngeha Dewletî ya Sankt Petersburgê (en) Academy of Foreign Intelligence (en) St. Petersburg Institute of the FSB of Russia (d) School 193 (d) (- School 281 (d) (- Faculty of Law, Saint Petersburg State University (en) (Candidate of Economic Sciences (d)) (- Saint Petersburg Mining University (en) (Candidate of Economic Sciences (d)) (heta an) |
Pîşe | |
Salên çalak |
Dp. |
Malbat |
Family of Vladimir Putin (en) |
Bav |
Vladimir Putin (d) |
Dê |
Maria Putina (d) |
Hevjîn |
Lyudmila Ocheretnaya (en) (ji heta ) |
Zarok | |
Xizm | |
Karder | |
Qadên xebatê | |
Roja imadkirinê | |
Partiyên siyasî |
United Russia (en) Partiya Komunîst a Yekîtiya Sovyetê (- Our Home – Russia (en) (- |
Endamê | |
Artêş | |
Payeyên leşlerî | |
Şerên tevlêbûyî |
Şerê Çeçenî yê Duyem (en) CSTO Operation in Kazakhstan (d) Russian military intervention in the Syrian civil war (en) Russo-Georgian War (en) Şerê Rûs-Ukraynayê |
Tevger | |
Bejn |
1,7 m |
Giranî |
77 kg |
Werziş | |
Grade |
9 dan (d) |
Xwendekarê | |
Bandorbar |
Anatoly Sobchak (en), Ivan Ilyin (en), Helmut Kohl (en), Aleksandr Dûgîn, Niccolò Machiavelli, Borîs Yeltsîn |
Malper | |
Xelat | Lîsteya berfireh Olympic Order (en) Order of Agostinho Neto (en) Uatsamonga Order (en) Order of Honour and Glory (d) Honorary doctor of the Tsinghua University (d) Honorary doctor of the Jawaharlal Nehru University (d) Honorary doctor of Saint Petersburg State University (d) Honorary doctor of the Yerevan State University (d) Order of Manas, 1st class (d) Honorary doctor of the University of Athens (d) Honorary professor (d) Legion of Honour (en) National Order of Merit (en) Weapon of honor (en) Order of the Golden Eagle Order of St. Sergius of Radonezh 1st class (d) Medal "For Impeccable Service" Honorary member (d) Honorary doctor of the Baku Slavic University (d) Honorary doctor of the Turkmen State University (d) Honorary doctor of the S. M. Kirov Military Medical Academy (d) Order of King Abdulaziz al Saud (en) Order of Saint-Charles (en) Honorary doctor of the University of Belgrade (d) Honorary citizen of Kazan (d) Order of Akhmad Kadyrov Order of Sheikh-ul-Islam (d) Order of the Badge of Honour Order of St. Sergius of Radonezh (d) Order of the "Commonwealth" (d) Honorary citizen of Astrakhan (d) Medal "For Impeccable Service", 2nd class (d) Medal "For Impeccable Service", 3rd class (d) Honorary citizen of Sevastopol (d) Master of Sport of the USSR (d) Honorary citizen of Saint Petersburg (d) Medal of Merit of the National People's Army () Order of Honour (en) () Honoured Coach of Russia (d) () Medal "Participant of the March-Shot Bosnia-Kosovo 12 June 1999" (d) () ოქროს ოლიმპიური ორდენი (d) () Order of Hồ Chí Minh (en) () Памятная медаль А. М. Горчакова () Order of St. Prince Vladimir (en) () Honored Coach (d) () Grand Cross of the Legion of Honour (en) () Order of Ismoili Somoni (en) () Time Person of the Year () King Abdulaziz Medal (d) () Xelata Verschlossene Auster (d) () Order of Glory and Honor (d) () Order of Zayed (en) () Order of Outstanding Merit (en) () Order of the Precious Wand (d) () Order of the Liberator (en) () Registered firearms (d) () Order of St. Sava (d) () Xelata Aştiyê ya Konfusyus () The World's Most Powerful People (en) (, , û ) Order of the Republic of Serbia (en) () Order of the Friendship of Peoples (en) () Grand Cross of the Order of Saint-Charles (d) () Order of José Martí () Order "For Merit to the Republic of Dagestan" (en) () Time 100 ( û ) Order "For contribution to the development of cooperation" (d) () Friendship Medal (en) () Order of Nazarbayev (en) () Ig Nobel Prize (en) () Order Of Kim Il Sung (en) () |
Vladîmîr Vladîmîrovîç Pûtîn (bi rûsî: Влади́мир Влади́мирович Пу́тин, Vladimir Vladimirovich Putin) (jdb. 7ê cotmeha 1952an li Sankt Petersbûrgê), siyasetmedarekî rûsî ye û duyem serokdewletê Federasyona Rûsyayê (7ê gulana 2000an - 7ê gulana 2008an) bû û dîsa ji 7ê gulana 2012an û vir ve çarem serokdewletê rûs e.
Ji 8'ê gulana 2008'an heta 7 gulana 2012'an serokwezîrê Federasyona Rûsyayê bûye.
Jînenîgarî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Zaroktî û ciwantî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Vladîmîr Vladîmîrovîç Pûtîn di 7'ê cotmeha 1952'yan li Lenîngradê (îro Sankt Petersbûrgê) ji dayîk bûye. Bavê wî, Vladîmîr Spîrîdonovîç Pûtîn (23.02.1911 — 02.08.1999) beşdarvanê Şerê Cîhanî yê duyem bûye. Berî şer di artêşa deryayî, di keştiyên noqî de peywirdar bûye, piştî şer di fabrîkeya çêkirina trênan a bi navê Î.Y. Yêgorov de kar kiriye. Diya wî jî Mariya Îvanovna Şêlomova (1911—1998) karkereke ji heman fabrîkê bûye. Kalikê wî Spîrîdon Îvanovîç Pûtîn, aşpêjekî navûdeng bûye, ji mirovên dewletê re xwerin çêkiriye; di dema xwe de ji bo Lenîn û Stalîn jî aşpêjî kiriye[1].
Vladîmîr kurê sêyem ê malbatê ye. Herdu birayên wî yên mezin hê di zaroktiya xwe de çûbûne ser dilovaniya xwe[2]. Navê birayekî Vîktor bûye, navê yê din Alîk (Albert). Malbata Pûtîn li Lenîngradê di daîreke komunal li kuçeya Baskovy Pereulok[çavkanî hewce ye] jiyan kiriye. Dema ku Vladîmîr Pûtîn bû serokdewlet, di bîranînên xwe de wî digot ku hê ji zaroktiya xwe ve wî gelekî ji fîlmên Sovyetê yên şer hez kiriye û herdem xwesiye bibe acenteyê îstîxbaratê.
Di salên 1960-1970'î de Vladîmîr li Lenîngradê di dibistanên seretayî û navendî de xwendiye [3]. Di salên 1970-1975 de di beşa navnetewî ya fakulteya hiqûqî ya Zanîngeha Lenîngradê ya dewletê ya bi navê A.A. Jdanov de xwendiye. Di wê demê de bûye endamê Partiya komunîst a Yekîtiya Sovyetê (PKYS-КПСС).
Xebata di Komîteya Ewlekariya Dewletê (KGB) de
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
- Di sala 1975'an de piştî bidawîkirina fakulteya hiqûqî, rêyî Komîteya Ewlekariya Dewletê (KGB) hat kirin[4].
- Di sala 1975'an «Kûrsên amadekirina hêzên ewlekariyê» bi dawî dike û rutbeya efserê biçûk di saziyên KGB'ya Yekîtiya Komarên Sovyet û Sosyalîst (YKSS) werdigire.
- Piştî sala 1977'an di beşa dijkeşivê ya Şaxa KGB'ya Lenîngradê kar dike.
- Di sala 1979'an de li Moskowayê di Dibistana Bilind a KGB de kursa şeşmehane ya veamadekariyê dixwîne û vedigere Lenîngradê.
- Di sala 1984'an de rutbeya serdarê dadmendiyê werdigire û di Akademiya keşiveriya derve ya KGB'ya YKSS de dest bi perwerdeya yeksale dike. Di Akademiyê de bi paşnavê "Platov" perwerdeyê dibîne, di heman demê de fêrî zimanê elmanî jî dibe.
- Di salên 1985—1990 li Komara Demokratîk a Almanyayê (KDE) de di bin navê serkarê Mala dostaniya YKSS û KDA ya li Dresdenê sîxuriyê dike. Di dema xebata li wê derê de rutbeya cîgirê serheng werdigire. Di sala 1989'an de bi madalyona bronz tê xelatkirin «Ji bo xizmetkirina ji Artêşa netewî ya gelên KDA'yê» .
- Piştî bidawîkirina xebata li derveyî welêt û vegera YKSS, bi gotina Pûtîn, "ji karê di buroya navendî ya keşiveriya KGB'ya YKSS li Moskowê xwe vekişandiye û careke din ziviriye şaxa yekem (îstîxbarata YKSS ya hundurîn) a KGB'ya Lenîngradê.
Sala 1990'î de di konseya bajarê Lenîngradê de wekî şêwirmend, di nava salên 1991-1992'î de cihgirê serokê şaredariyê û serokatiya konseya karên derve ye. Ji sala 1996 heya 1997'î cihgirê birêvebiriya karên aborî ya palasa (koşka) Kremlîn e.
Ji 1998 heya 1999'an serokatiya saziya dizî a sîxuriya hundirîn FSB'ê dike. Di heman demî de endametiya wî ya polîtbûroyê heye û sekreteriya wê dike. Bi îstîfaya Borîs Yeltsîn a di 31'ê berfanbara 1999'an bo demekê wekaletiya serokdewletiyê û bi serkeftina di hilbijatinan de jî wekî serokdewlet karê xwe dike.
Di hilbijartinên sala 2004'an de bo cara duyem tê hilbijartin.
Girîngiya wî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Li hevwelatî bi Almanyayê re geriyaye. Xwastiye nakokiya di navbera rûs û çeçenan de bi riyên aştiyane çareser bike. Li dijî kesên ku piştî hilweşîna YKSS'ê ji nişka ve dewlemendiya Sovyetê şêlandin û dewlemend bûn derdikeve. Li ji nû ve bihêzkirina Rûsyayê di qada navxweyî û navneteweyî digere.
Siyaseta wî ya bo Kurdistanê herwekî ya klasîk e. Kurdan wekî elementeke polîtîkayê ya bo bikaranînê dibîne û li dostanî bi dûgelên ku Kurdistan dagirkirne re digere. Îranê li dijî DYA û Ewropayê hinde zêdetir diparêzê.[çavkanî hewce ye]
Li Rûsya û derveyî Rûsyayê gelek rexne li polîtîkayên wî tên girtin. Ew bi dîktatoriyê tê tewanbarkirin. Siyaseta wî ya azadiya çapemeniyê û tevgerên aboriyê tê rexnekirin.
Xelat û paye
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- 2001: Xelata taybet û mezin a dûgela Almanyayê
- 2006: Xelata bilind a lejyoniyê ya Fransa
- 2007: Kesayetiya salê ya kovara TIME